Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê, TEV-DEM,bi boneya Çarşema Serê Nîsanê daxuyanî dan û cejin li gelê Êzîdî û tevahiya pêkhateyên Mezopotamyayê pîroz kirin.
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê jî Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî û cîhana azad pîroz kir û got:
“Ev roj, roja vejîn, destpêka jiyanê û afirandina erdê û tevahiya zindiyan e.”
TEV-DEM’ê jî cejn pîroz kir û got “Cewhera Çarşema Sor aştî û jiyana hevpar a di navbera tevahiya pêkhateyên Mezopotamyayê de ye.”