LI PARÎSÊ BERIYA ÇALAKIYÊ BI SEDAN KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Fransayê îro çalakiya Êlek Zeran heye.

Lê beriya çalakiya protestoyê destpê bike polîsan bi sedan kes binçavkirin.

Rêveberiya Emniyetê ya Parîsê diyar kir ku hêjmara kesên hatine binçavkirin dibe ji 800 zêdetir bibe.

Hêzên ewlehiyê li cadeya Chaps-Elysees û qada Bastîlle ya Parîsê hemû çalakgeran bi sîstematîk kontrol dike.

Polîs dest datîne li ser alavên kayak, berçavkên avjeniyê û kaskan.

Li paytext rojekî awarte tê jiyîn.

Îstasyona 36 metro hate giritn.

Avahiyên şaredariyan, muze, îstasyonên bîsîkletan û bi dehan cihên kar hatin girtin.

Li Parîsê gelek cihên bazarê jî hatin girtin.

Hikûmeta Fransa li tevayî welat 89 hezar endamên ewlehiyê û polîs erkdar kirin.

Tenê li Parîsê 8 hezar polîs û cenderme bi 12 wesayîtên zirxî hatine erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button