Vîrûsa Corona ku ti sînoran nas nake, jimarên mezin ên nexweş û qurbanan, bi taybet li Amerîka û Ewropayê tomar dike. Herî dawî li Amerîka, di 24 saetan de, bêhtirî 2 hezar û 200 kes mirine, her wiha li Almanya jî jimareke mezin a qurbanan di saetên dawî de hat tomarkirin.
Vîrûsa Corona di çend rojên borî de, bi lez li Amerîkayê belav dibe û rojane bîlançoyên mezin ên nexweş û qurbanan tomar dike.
Li gorî Zanîngeha Jons Hopkîns, di 24 saetên dawî de, 2 hezar û 228 nexweşên vîrûsê li Amerîkayê mirine û jimara giştî ya qurbanan li welêt, bû 25 hezar û 757.
Ji wan, 778 kes li New Yorkê ne.
Li Almanya, 285 nexweşên Vîrûsê mirin
Vîrûsa ku Ewropa jî daye ber xwe, herî dawî Almanya xistiye xefika mirinê.
Li gorî Peymangeha Robert Koch, a Almanî, di 24 saetên dawî de, 285 bi vîrûsê mirine û bêhtirî 2 hezar û 486 kesên din pê ketin.
Bi vê yekê, jimara nexweşên Corona li Almanyayê, dibe 127 hezar û 584 ku ji wan 3 hezar û 254 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Sidoqa Darayî: Eger rewş heya 2 salan dewam kir, wê cîhan 2 tiriliyon dolarî ji dest bide
Di warê aborî de jî, Corona derzike mezin çêkiriye, ku li gorî Sindoqa Darayî ya Navdewletî, qaseya têkçûyînan bi qasî abora Amlmanya û Japonyayê ye û eger ev rewş heya 2 salan dewam kir, wê cîhan 2 tirilyon dolarî ji dest bide”.
Daneyên herî dawî yên qurban, nexweş û kesên rehetbûyî li seranserî cîhanê jî wiha ne: