Devpoşkên li derve belaş didin, li girtîgehan bi pereyan difiroşin

Rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiyê bi negirtina tedbîran, roj bi roj kambaxtir dibe. Tevî vê jî, hikumeta faşîst AKP’ê, zextên xwe zêde kirine û hate ragihandin ku devpoşkên li derve belaş tê dayîn, li girtîgehan bi perayan tên firotin. 

Melîha Kayaci ku di 8’ê Sibata 2012’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û di 12’ê Nîsanê de derket, behsa mercên girtîgehê kirin û destnîşan kir ku “li dijî Coronayê, ti tedbîr nedihatine girtin”.

Melîha anî ziman ku “devpoşkên ku li derve belaş dihatin belavkirin, ji bo girtiyan bi pereyan dihatin firotin.”

Girtî Merve: Dewleta Tirk, em ji mirinê re hiştine

Girtiya nexweş Merve Aydogan jî, ku niha di Girtîgeha Jina ya Bunyanê de girtî ye, diyar kir ku “nîşaneyên vîrûsa Coronayê bi wan re hene jî, lê dîsa wan nabin nexweşxaneyan” û got: Em ji mirinê re hatine hiştin.”

Back to top button