Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara miriyan bû 1403

Desthilatdariya dewleta Tirk, her çi qasî pesindayîna amadekariyên pêşîgirtina Coronayê dide jî, lê rewşa li ser erdê, berovajî van axaftinan e. Herî dawî jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 63 kesên nû bi vîrûsê ketin. 

Duh ev dane, ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, hat diyarkirin, ku “di 24 saetên dawî de, 107 kesan jî jiyana xwe ji dest da”.

Li gorî Koca, heya niha 65 hezar û 111 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û hejmara giştî ya miriyan jî gihaşt hezar û 403 kesî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, her wiha diyar kir ku “wê roja Şemî û Yekşemê dîsa rewşa awarte li welêt were ragihandin”.

Back to top button