Li Başûrê Kurdistanê, herî dawî kesek bi vîrûsê ketiye

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku “di nava 24 saetên dawî de, tenê zilamekî 65 salî li Derbendîxanê bi Coronayê ketiye. 

Li gorî Wezaretê, heya niha 331 kes bi vîrûsê ketine, 4 kes mirine û 200 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku “di 24 saetên dawî de, 22 kesên din bi vîrûsa ketine û heya niha hezar û 400 kes nexweş in û 78 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, li gorî daneyên rejîma Îranê, nêzî 75 hezar kes bi Coronayê ketine û 4 hezar 683 kes jî mirine.

Back to top button