LI GELEK BAJARÊN EWROPA GIREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME

Bi heman armancê, li welatên Ewropayê jî çalakiyên gireva birçîbûnê dewam dikin.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan li gelek navendên Ewropayê Kurdistaniyan grevên birçîbûnê hatine despêkirin.

Yek ji navnîşana çalakiyan Berlîne.

Li Berlînê jî greva birçîbûnê li qada Brandebûrg Tor di roja 3’emîn de didome.

Komeke Kurdistanî bi mîtngekekê dest bi girvê kirin.

Ev çalakî wê heta 10 rojan bidome.

Tevî kurdistaniyan, aktîvistên li rojhilatê Almanyayê jî dijîn, beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgeran serdana herdu mizgeftên Kurd ên li Berlînê kir û ji bo çalakiya greva birçîbûnê daxwaza piştgiriyê kirin.

Meleyan jî di xutbeyan de cih dan grevên birçîbûnê û gotin ku divê piştgirî were dayîn.

Îro seat ji 12:00 û 14:30’an li komeleya NAV-DEM’ê ya Berlînê bi pêşengiya çalakgeran li qada Brandenbûrg Tor wê mîtîngek were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button