”Em Ji bo gel kar dikin û heta dawiyê em ê bi gel re bibin alîkar”

Hevseroka Nivîsgeha Kehrebê Nesrîn Kenan û Hevseroka Mudiriyeta Avê Xalîse Hecî ên herêma Firatê li ser av û enerjiyê axivîn û anîn ziman ku di mehên Gulan û Hezîranê de pereyên Av û Enerjiyê ji welatiyan nayên sitendin, em bi vê yekê dixwazin bi gelê xwe re bibin alîkar.

Nexweşiya Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê bûye xeteriyeke mezin, hemû mirovahî li dijî wê şer dike û xwe ji diparêze.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye li gor derfetên xwe alîkariya welatiyan dike û di 6’ê Nîsanê de ragihand ku di mehên gulan û hezîranê de wê pereyên av û Kehrebê ji welatiyan neyên sitendin.

Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Nivîsgeha Kehrebe û hevseroka Miduriyeta Avê û jinên Kobanê axivîn.

Hevseroka Nivîsgeha Kehrebê ya herêma Firatê Nesrîn Kenan dibêje:

Li gorî daxwaz û pêşniyaran Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biryar hat girtin ku di mehên gulan û heziranê de pereyên Kehrebe û avê ji welatiyan neyên stendin.

Bi rêya negirtina pereyan a ji gel, me xwest di vê demê dawiyê de bi gelê xwe re bibin alîkar ji ber ku gel dûrî karê xwe ketiye û derfetên jiyanî kêm bûne.

Em hêvîdar in ku gelê me di malê de bimînin, bi me re bibin alîkar.

Hevseroka Mudiriyeta Avê ya herêma Firatê Xalîse Hecî destnîşan kir ku ji bo karibin xwe ji nexweşiya Vîrûsa Korona biparêzin pêwistî bi paqijiyê heye û got:

Piştî qedexeya derketina derve li herêmê hat ragihandin hejmareke kêm a karkerên di beşa avê de dixebitin ji bo ku avê bigihînin hemû tax û malan.

Dewleta tirk dixwaze bi her rengî êrîşî gelê herêmê bike, ji ber vê yekê av li ser welatiyan qut kiriye.

Em ê bi hemû derfetên xwe kar bikin û nehêlin ku gelê me bê av bimîne.

Jina bi navê Mihebad Bekî ya ji Kobanê spasiya Rêveberiya Xweser kir ku pereyên av û kahrebê ji wan nastînin û diyar kir ku ez hêvîdar im ku di her aliyê de alîkariyê bi welatiyên Kobanê re bikin.

Back to top button