”Xeteriya Corona dewam e, li dijî vê têbikoşin”

Rojnemger Raniya Mihemed da zanîn ku Vîrûsa corona ji aliyê desthiltdaran ve bi zanebûn hatiye derxistin. Li dijî wê tevahî rojnamevan û gel divê xwe biparêzin.

Hîna Vîrûsa Corona li tevahî cîhanê belav dibe.

Ji ber bê têgihîştin û xweneparastinê heta niha bi hezaran kes bûne qurban.

Bê guman, ragihandin di warê parvakirina agahiyên xwe parastinê roleke girîng dilîze.

Têkildarî vê mijarê Rojnemger Raniya Mihemed axivî.

Raniya Mihemed da zanîn ku vîrûsa Corona cureyek ji şerê ku hêzên desthilatdar, bi zanebûn pêk tînin e.

Raniya destnîşan kir ku bi riya vîrûsê hêzên desthilatdar êrîşî çand û dîroka civakê dikin.

Rojnameger Raniya balkişand ser rola ragihandinê di vê pêvajoyê de û diyar kir ku erka çapemeniyê,perwerdekirin, zanebûn û rastiyê bighîne civakê, di riya çapemeniyê de gel xeteriya Vîrûsa crona dizane.

Raniya got: Li dijî vîrûsa corona xweparastin girîng e, divê her kes li gorî biryarên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine derxistin tev bigerin.

Em jî di bername û nûçeyên xwe de hewl didin ku civakê ji xeteriya vê vîrûsê hişyar bikin.

Rojnemger Raniya Mihemed bang li hevalên xwe yên rojnamevan kir ku xwe biparêzin, ji ber ku ew li qada ne, û agahiyên rast ên vê nexweşiyê ji gel re ragihînin.

Her wiha bang li her kesî kir ku di vê qonaxa girîng de xwedî li hev derkevin û alîkariya hev bikin.

Vîrûsa Korona xeteriyek li ser civakê ye.

Divê em bi hev re li dijî vê yekê têbikoşin.

Back to top button