HPG: Li navçeya Silopiya kontrayek dewleta Tirk hate kuştin

Gerîlayen HPG’ê û YJA Starê li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiyeke sabotajê li dijî dewleta tirk a dagirker kirin. Di encamê çalakiyê de kontrayek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî parvekirin:

14’ê Nîsanê li qada Dadarê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê gerîlayan çalakiyek sabotajê li dijî artêşa Tirk a dagirker kirin.

Di çalakiyê de kontrayek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Yekîneyên yên çalakî kir bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.

Heman rojê balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Qendîlê bombe kirin.

HPG’ê dazanîn ku di van êrîşan de ti ziyan bi gerîlayan nebûye.

Back to top button