Rêveberiya Xweser alîkarî li malbatnên hewcedar belavkir

Bi biryara derneketina ji derve re, rêveberiya xweser ji bo alîkariya bi malbatnên hewcedar re, ketibû nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de, îro li kantona Qamişlo alîkarî li van kesan hat belavkirin.

Li Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê bi sedan paketên alîkariyê hatin dayîn. Rêveberên Meclis û Komînan ji dibêjin, wê ev pêngava alîkariyê heta belavbûna alîkariyê li hemû malbatên hewcedar bidome.

 

Li Qamişlo alîkarî li malbatên xizan tê belavkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di çarçoveya parastina ji vîrûsa Coronayê biryara nederketina derve ragihand.

Ev biryara rêveberiyê raste rast, bandoreke neyînî li ser malbatên ku debara xwe li ser karê rojane dikin kir.

Rêvberiya Xweser ji ji bo alîkariya bi malbatan re lez daye xebatên xwe yên belavkirina alîkariyê.

Ev alîkarî ji bi rêya Meclis û Komînan tê belavkirin.

Endamê Rêveberiya Meclisa PYD’ê ya taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo Helîm Eko da zanîn ku wan îro beşa yekemîn a alîkariyê belav kir û hîn jî wê pêvajoyên alîkariyê bidomînin.

Rêveberiya Xweser jî diyar kir ku belavkirina pakêtên xwarinê wê heta bidawîkirina dema derneketina derve dewam be.

Li Girgê Legê alîkarî li malbarên xizan tê belavkirin

Li navçeya Girkê Legê jî piştî komînan navê malbatên hewcedar diyar kirin, vê carê meclisê jî paketên alîkariyê belav kir.

Di vê çarçoveyê de meclisê paketên alîkariyê li 100 malbatan belav kir.

 

Li bajarê dêrîkê alîkarî tê belavkirin

Ev demeke li Dêrikê jî Komîn û Meclis, navê kesên pêwistiya wan bi alîkariyê heyî tomar dikirin.

Piştî ev xebat bi dawî bû, komîn û meclisa 200 paketên alîkariyê belav kirin.

Rêvberiyên Meclis û Komînan diyar kirin ku wê paketên alîkariyê li hemû malbatên pêwistiya wan pê heyî werin belavkirin.

Back to top button