Desteya Perwerdeyê wê li ser qenala Rojava TV perwerdê bide

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî wê ji dest bi perwerdeya bi rêya televsionê re bike.

Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî sibê li ser Rojava TV wê di saet 8:00’an de dest bi perwerdeyê bike.

Her wiha wê bi rêya malpera Youtubeyê jî waneyan belav bike.

Ev gav bi slogana “Dibistana we mala we ye, bi hev re da ku xwe ji vîrûsa Coronayê biparêzin” pêk tê.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku ji ber xwendekar ji xwendina xwe dûr ketin wan ev gav avêtin.

Dema dersên bi rêya Rojava TV wiha ye:

Ji saet 8:00’an heta 12:00’an

Ji saet 14:00’an heta 15:00’an

Ji saet 16:00’an heta 17:00’an

Back to top button