Li bajarên Bakurê Kurdistanê rewşên nû hatin tomarakirin

Vîrûsa corona li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî belav dibe. Li bajarên Bakurê Kurdistanê rewşên nû hatin tomarakirin û hin dever jî ketin bin çavdêriyê.

Li girtîgehan jî ku tedbîrên li dijî vîrûsê nayên girtin, test jî nayên çêkirin.

 

Li Tirkiyê vîrûs derbasî bi hezarn bûye

Li Tirkiyê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bîlançoya vîrûsê ya rast vedişêrin.

Li gorî daneyên dewletêyên herî dawî, 65 hezar kes bi vîrûês ketine û hezar û 403 kes jî mirine.

Li Amedê 8 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin

Vîrûsa corona li bajarên Bakurê Kurdistanê jî belav dibe û jimara qurbaniyan bilind dibe.

Vîrûs bi taybet bandor li xebatkarên tenduristiyê kiriye.

Li Navçeya Farqînê ya Amedê 8 xizmetkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê bi vîrûsa corona ketin.

Li Bajêr heta niha 26 xizmetkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine.

Li Mêrdînê jimara qurbaniyan derket 8’an

Li Mêrdînê şêniya bi navê Nevroz Çinar ku bi vîrûsê bû, jiyana xwe ji dest da.

Bi vê re jimara kesên ku li Mêrdînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin derket 8’an.

Gundekî din ê Mêrdînê xistin bin çavdêriyê

Her wiha ji ber belavbûna vîrûsê, gundê Yeşîlalan ê Mêrdînê ket bin çavdêriyê, bi vê re jimara gundên di bin çavdêriyê de bû 8.

Li Wanê 10 kesan ji ber Corona jiyana xwe ji dest daye

Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Wanê derbarê vîrûsê daxuyaniyek da.

Li ser navê Platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Wanê Zekî Seven xwend.

Seven da zanîn ku li gorî daneyên li ber destê wan li Wanê bi giştî testa 52 kesan pozîtîf derketiye, testa 100 kesî jî hêj bi encam nebûye.

Her wiha 10 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Seven got li Wanê bi giştî 14 dever di çavdêriyê de ne û li navçeya Ebexê 2 gundên din jî xistine bin çavdêriyê û testên 10 kesên din jî pozîtîf derketiye.

Daxwaza testê ya girtiyan li ber çavan negirtin

Rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiyê bi negirtina tedbîran re, roj bi roj xirabtir dibe.

Malbatên girtiyan diyar kirin ku daxwazên gritiyan ên ji bo testa vîrûsê li ber çavan nayê girtin.

Malbatan anîn ziman ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvrî hin girtiyan ji ber nîşaneyên vîrûsê li ser wan hene, xwestine ku testa şewbê bê kirin, lê daxwaza wan li ber çavan nehatiye girtin.

Girtî merve: Dewleta Tirk, em ji mirinê re hiştine

Girtiya nexweş Merve Aydogan jî, niha di Girtîgeha Jina ya Bunyanê de girtî ye, diyar kir ku “nîşaneyên vîrûsa Coronayê bi wan re hene jî, lê dîsa wan nabin nexweşxaneyan” û got: Em ji mirinê re hatine hiştin.”

HDP: Ev qanûna dervekirin û belgeya şermê ye

Desthilatdariya AKP û MHP’ê girtiyên nêzî xwe berdide lê kesên muxalif jî terkî mirinê dike

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar e Umît Dede, têkildarî sererastkirina înfazê; daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê diyar kir ku bi sererastkirina înfazê ku bûye qanûn; 200 hezar girtî terkî mirinê hatine kirin û wiha hat gotin:

“Ev qanûn fermana darvekirinê ye û wesîqeya şermê ye.”

Back to top button