Li başûrê Kurdistanê bihinvedana fermî hat dirêjkirin

Li başûrê Kurdistanê ku hîna vîrûs belav dibe, bihinvedana fermî hat dirêjkirin.

Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya vîdeo, civînek li dar xist.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat gotin, hatiye girtin ku bêhnvedana fermî ya dezgehên hikûmî, heta 2’yê Gulanê bê dirêjkirin û rêkarên xweparastinê jî berdewam bin.

Partî û saziyên Kurdistanê, li dijî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê nameyek ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re nivîsîn û bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê hate kirin ku di demek zû de ambargoyê rakin.

Back to top button