Balafirên dewleta Tirk Mexmûr bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir, di êrîşê de 3 jin şehîd bûn. Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê êrîşa dagirkeriya şermezar kir û bang yekîtiya aliyên Kurdî kir. Komîteya Pêwendiyên Derve ya Iraqê jî bang li hikûmeta Iraq û Herêmê kir ku bi rola xwe rabin.

Di saetên nîvro de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir.

Di vê êrîşê de, 3 jinên ciwan ên ji bêriyê dihatin, ji aliyê balafirên Tirk ve hatin hedefgirtin û şehîd bûn û navên wan jî wiha ye:

Havva Akdogan a 32 salî.

Azîme Akdogan a 33 salî.

Eyşe Ehmed Ferhan a 17 salî.

Şandeya fermî ya artêşa Iraqê piştî bûyerê bi 3 saet û nîvan ji bo lêkolînê der barê çawatiya bûyerê de bike derbasî wargehê bû.

Şande destpêkê çû cihê bûyer lê qewimî bû û piştre jî ji bo der barê qurbaniyên wê êrîşê de agahî wergirin derbasî nexweşxaneyê bû.

Piştî şandeyê agahiyên xwe yên lêkolînî girtin bêyî daxuyaniyekê bidin ji wargehê derketin.

Şêniyên wargehê tevî xetereya nexweşiya vîrusa Koronayê ji bo cenazeyên şehîdên xwe veşêrin li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn.

Piştî pêkanînên rêûresmên olî cenazeyên her sê jinên ciwan ji aliyê şêniyên wargehê ve bi awayekî girseyî hatin oxirkirin.

Piştî merasîm bi dawî bû, li cihê merasîmê ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a faşîst û her wiha bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin û bang li saziyên pêwendîdar kirin û her wiha bang li gel û aliyên Kurd hate kirin demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Têkildarî van êrîşan Komîteya Pêwendiyên Derve ya Iraqê daxuyaniyek weşand û êrîşa dewleta Tirk şermezar kir, bang li hikûmeta Iraq û Herêmê kir ku bi rola xwe rabin.

Her wiha îro derdora 50 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê bi nameyekê ji hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê re banga rakirina ambargoya li ser 12 hezar penaberî li Wargeha Mexmur kir.

Back to top button