Ji ber Coronayê 115 kesên din li Tirkiyeyê mirin.

Di 24 saetên dawî de 115 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê li Tirkiyeyê mirin û heya niha hejmara kesên mirine bû hezar û 518.

 Wezîrê Tenduristiyê yê dewleta Tirk Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê daneyên dawî yên têkildarî nexweşiya vîrûsa Coronayê ragihand.

Fahrettîn Koca diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 4 hezsar û 281 kes bi vîrûsê ketine û 115 jî miirine.

Heya niha li Tirkiyê nêzî 70 hezar kesî bi vîrûsê ketine, ji wan hezar û 518 kes jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 674 kes jî baş bûne.

Back to top button