DERHÎNERÊ KURD REHÎM ZEBÎHÎ DI QEZAYEKE TRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê xwe duh êvarî li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Nêzero ya bajarê Bane yêr Rojhilatê Kurdistanê wsayîta derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî qelibî û agir girtê.

Di qezayê de Rehîm û birayê xwe jiyana xwe ji dest dan.

Lê hevrêyên Rehîm Zebîhî li ser torên xwe yên civakî aşkere kirine ku di wesayitê de şewitiye.

Li ser van agahiyan jî gumana bi zanabûn herdu hatine kuştin zêde dibe.

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî li bajarê Bane dayik bûye û yek ji sînemakarên bi binav û deng ê Kurd e.

Her wiha filmên wî di gelek festîvalên sînemayî yên cîhanê û herêmî de hatine pêşandan û hêjayî xelatê hatine dîtin.

Leave a Reply

Back to top button