KCD: Êrîş û dorpêça li ser Mexmûrê bi dawî bikin

Li dijî êrîşa li ser Mexmûrê û kuştina sivîlan, bertek derketin û bi tundî ev yek hat şermezarkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) û KCDK-E, êrîş şermezar kir û diyar kirin ku “di van rojên zehmet de, ku tevahiya cîhanê li hember vîrûsa Coronayê têdikoşe, dewleta Tirk dîsa dest ji kirin û dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan berneda û berovajî wê, êrîşên xwe zêdetir kirine.”

Li dijî êrîşa ku duh li ser wargeha Mexmûrê pêk hat, bertekên tund derketin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîş û dropêça ku didome daxuyanî da û diyar kir ku “di van rojên ku tevahî cîhan li hember vîrûsa Coronayê têdikoşe, hikumeta AKP’ê, careke din wargeha Mexmûrê bombebaran kir”.

KCD’ê got, “êrîşa Tirkiyê ya neqanûnî li dijî wargehê nayê qebûlkirin û ev yek sûcê mirovahiyê ye”.

KCD’ê, bang li muxalefeta Tirkiye, raya giştî ya demokratîk û civaka Navnetewî kir ku “êşkenceya dorpêç û êrîşên asmanî yên li dijî Mexmûrê rawestînin û bi hestiyarî tev bigerin”.

KCDK-E: Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin

Her wiha KCDK-E jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku “li ber çavê cîhanê bombekirina kampeke di bin parastina NY de tê kirin û kuştina sivîlan nayê qebûlkirin”.

KCDK-E anî ziman ku “xelkên Mexmûrê ku zêdetirî 9 mehan di bin dopêça hikumeta Başûrê Kurdistanê de ne, divê bi lez ji aliyê saziyên navneteweyî ve bên parastin”.

KCDK-E diyar kir ku “ji bo pêşiya kuştina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve bê girtin, divê destûrên navneteweyî bikevin dewrê û bang li hemû gel û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê piştevaniyê mezin bikin û xwedî li Mexmûrê derkevin.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê(CÎK), êrîş şermezar kir

Ji bo heman mijarê, Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku “dewleta Tirk di van rojên zor û zehmet de, bi kuştina Kurdan mijûl e û banga derketina li dijî van hov û kujeran kir”.

Back to top button