Wargeha Mexmûrê tevî dorpêça giran, êrîş jî!

Dorpêça ku bi mehan e dewam dike ne bes bû, bi ser de jî êrîş. Ev 10 meh in wargeha Mexmûrê li ber çavê hemû dinyayê di bin dorpêçeke giran de ye. Ji ber vê dorpêça ku PDK’ê li ser wargehê sepandiye jî, jiyana hezar kesên nexweş di xeteriyê de ye û pêwîstiya wan bi alîkariya tenduristî ya lezgîn heye.
Tevî vê dorpêça giran jî, jixwe êrîşên li ser sivîlên wargehê yên bêguneh, berdewam in. Duh careke din li ser Wargehê êrîş pêk hatin û di encamê de, 3 jin şehîd bûn. 

Desthilatdariya “Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Iraq” PDK’ê, ev 10 meh in dorpêçeke giran li ser wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê sepandiye.

Dorpêç, 18’ê Tîrmeha 2019an, ango piştî kuştina cîgirê balyozê Tirk li Hewlêrê, dest pê kir.

Dorpêça ku desthilatdarên PDKê sepandî, bi awayekî mezin bandor li niştecihên wê kiriye.

Tevî ev wargeh di bin sîwana Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên koçberan de ye jî, lê heya niha komseriyê ti helwestek cidî li hemberî vê yekê nîşan nedaye û ji 2015an ve ti alîkarî pêşkêş nekiriye.

Li gel vê dorpêça giran, dem bi dem, dewleta Tirk êrîşê dibe ser wargehê.

Balafirên dewleta Tirk Mexmûr bombebaran kir, 3 jin şehîd bûn

Duh careke din balafirên bêmirov ên dewleta Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir.

Di vê êrîşê de, 3 jinên ciwan ên ku ji bêriyê dihatin, hatin armanckirin û şehîd bûn.

Navên wan jî wiha ne:

Havva Akdogan a 32 salî.

Azîme Akdogan a 33 salî.

Eyşe Ehmed Ferhan a 17 salî.

Piştî pêkanînên rêûresmên olî, cenazeyên her 3 jinên ciwan, ji aliyê şêniyên wargehê ve bi awayekî girseyî hatin oxirkirin.

Piştî wê, li cihê merasîmê ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn.

Tê de, êrîşa dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya NY, Hikumeta Iraqê û Hikumeta Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin û bang li saziyên pêwendîdar û gel û aliyên Kurd hate kirin ku demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Back to top button