Çeteyan, 70 darên zeytûnê li Cindirêsê ya Efrînê birîn

Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dawî li wan nayên. Çeteyan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, 70 darên zeytûnê birîn. 

Malpera Afrin Post, ragihand ku çeteyên Cebha El-Şemiya, 70 darên malbata ‘Xûbariyan’, birîn û wê li şûna wan jî dîkan û gaziyan vekin.

Li aliyekî din, heman koma çete, dikanên nava bajêr bi jimaran nîşan dikin da ku bacan wan bisepînin.

Li taxa Eşrefiyê jî, xwediyê dîkanan ên resen, nikarin dîkanên xwe vekin û yên vedikin jî bac ji wan tên standin.

Çeteyan her wiha kirêdayîna dîkanan ji bo kesên Kurd jî, qedexe kiriye.

Ji 18’ê Adara 2019’an û heya niha, dewleta Tirk û çeteyên wê, zêdetirî 7 milyon darên zeytûnan birîne.

Back to top button