Leyla Guven: Li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin

Li dijî êrîşa li ser Mexmûrê û kuştina sivîlan, bertek derketin û bi tundî ev yek hat şermezarkirin.

Partiya HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku dema ku mijar dibe kurd û êrîşên li ser wan, her kes bêdeng dimîne.

Leyla Guven bang li kurdan kir ku li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin.

Li dijî bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser wargeha şehîd Rustem Cudî Mexmûrê, nêrîn û bertek zêde bûne.

Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk KCD’ê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven têkildarê êrîşê axivî.

Leyla Guven, destnîşan kir ku tevî kampa penaberan di bin sîwana NY’î de jî, lê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker nehat parastin. Ji ber bombebaranê 3 jin şehîd bûn.

Parlamentera HDP’ê balkişand ser yekitiya kurd û got:

Heke kurdan yekîtiya xwe ava kiribana wê êrîş pêk nehata. Di aliyekî de hikumeta Başûrê Kurdistanê kamp dorpêç kiriye, li aliyê din jî dewleta Tirk êrîşên xwe nesekinandine.

Tevî vê jî NY’î bêdeng e, dema ku mijar dibe kurd hemû cîhan bêdeng dimîne.

Ev nîşaneya ne yekîtiya Kurda ne.

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, diyar kir ku li dijî tevahî êrîşan yekîtiya Kurdan çareseriya herî guncaw e.

Her wiha bang li her kesên li çar parçeyên Kurdistanê kir ku dengê xwe bikin yek û xwedî li hev derkevin.

Ji ber ku dema mijar dibe Kurd hemû cîhan kor û lal e û divê em parastina xwe bi xwe pêk bînin.

Back to top button