Kesên temenmezin dîrok û stûna mal û civakê ne, wan û xwe biparêzin

Dayikên navçeya Til Temirê xeteriya Vîrûsa Corona nirxandin û diyar kirin ku em ê dîrok û çanda gelan ku di şexsê me de pêş ketiye, biparêzin û ji malê xwe dernekevin.

Vîrûsa Corona li cîhanê belav dibe û heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî.

Ev vîrûsa bê cudahî bandorê li her kesê dike.

Lê belê ji ber ku kesên temenmezin berê jî nexweşiyên wan hene û bergiriya laşêwan dibe ku kêm be, ev vîrûsa zêde metirsiyê li ser wan çêdike.

Têkildarê vê mijarê jî dayikên navçeya Til Temir ku li malê xwe dimînin, girîngiya mayîna gel a li malên xwe anîn ziman.

Tirkiya Teyo razîbûna xwe ya ji biryarên rêveberiya xweser anîn ziman û got:

“Pêwîst e her kes li mala xwe bimîne û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Vîrûs bi zanebûn hatiye derxistin, ji ber ku eger vîrûseke normal ba wê îro bi hezaran kes jiyana xwe ji dest ne dida.

Dewlet dixwazin dîroka gelan di rêya kuştina kesên temenmezin re qir bike û vê yekê jî pêk tîne.

Tirkiye bal kişand ser êrîş û qirkirina ji aliyê dagirkeran ên ser gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:

Xwestin bi gelek rê û rêbazan dîroka gelê herêmê bidin guhertin.

Îro jî em ê li hember vîrûsê li ber xwe bidin û rê nedin wan ku dîrok û çanda gelan, tune bikin.

Fehîme Ebdil Rehman jî got:

“Kesên mezin stûna mal û civakê ne, hebûna kesên temenmezin di malê de hêz û baweriyê dide avakirin.

Mirin taybet li welatên Ewropayê çêdibin, ev jî tê wate ye ku dixwazin xwe ji kesên temenmezin xilas bikin.

Em ê jî li hember Vîrusa corona, xwe biparêzin.

Back to top button