‘Perwerdeya xwendevanan li malan didome’

Mamosteya Zimanê Kurdî ya beşa Felsefeyê, Nesrîn Omer di derbarê perwerde-kirina xwendekaran a li malê axivî û anî ziman ku tevî ne-derketina derve û girtina dibistanan, hewildana mamoste û xwendekaran ji bo domandina perwerdeyê didome.

Piştî belavbûna Vîrûsa Koranayê li tevahî cîhanê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) ya Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê nederketian derve û girtina dibistanan ji bo parastina xwendekaran bi cih tîne.

Tevî nederketina derve û girtina dibistanan xwendekarar ji perwerdeyên xwe qut nebûn û li malan perwerdeyên xwe dibînin.

Têkîldarê mijarê Mamosteya Zimanê Kurdî ya beşa Felsefeyê Nesrîn Omer nêrîna xwe anî ziman û got:

Niha rewşa tevahî cîhanê di xeteriyê de ye, me jî wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Vîrûsa Korona tedbîrên pêwist girtin.

Her wiha di nava van tedbîran de dibistan jî hatin girtin, lê rawestandina dibistanan nayê wê wateyê ku xwendekar ji perwerdeyên xwe dûr bikevin.

Nesrîn di dewama axaftina de bal kişand ser perwerdekirina xwendekaran û got:

Piştî betlaneyê, li malan hemû xwendekar perwerdeyên xwe didomînin.

Pirtûkên xwe dixwînin û cihên ku fêm nekin bi rêya înternetê ji mamosteyên xwe dipirsin.

Mamoste jî di vê demê de perwerdeyên xwe li malan dibînin û gelek pirtûk dixwînin û sûd jê werdigirin.

Nesrîn Omer dawiyê diyar kir ku em bi hêvî ne ev rewş bi lez xelas bibe, pêwist e hemû xwendekar li ser waneyên xwe bisekinin û xwe pêş bixînin.

Back to top button