
Fona Pereyan a Navneteweyî IMF’ê ragihand piştî Bihara Mezin di aliyê aborî de cihan wê krîzeke ku ne hatî dîtin bijî.
IMF’ê diyar kir ku mezinbûna aborî ya li Asyayê piştî 60 salî rawestiya. Lireyê Tirkiye jî roj bi roj li pêşberî Dolar nirxê xwe winda dike.
Vîrûsa Corona ku tevgera li nava cihanê bi rêjeyeke zêde daye rawestandin, bandoreke neyînî li ser aboriyê kiriye.
Fona Pereyan a Navneteweyî IMF diyar kir ku di aliyê aborî de dibe îsal ji sedî 3 biçûk bibe.
Ev yek jî piştî Bihara Mezin ya 1930’an dibe ku tengaviyek herî mezin be.
Pêşdîtinên IMF’ê yên beriya niha ji sedî 3,3 mezinbûna di aliyê aborî de bû.
IMF ragihand ku aboriya cihanê di nava salê de bi awayekî lez ber bi daketinê ve tê û krîza ku vîrûsa Corona dayî avakirin wê mînakên weke wê nehatibin dîtin.
Fona Pereyan a Navneteweyî di rapora xwe ya ‘Pêşdîtina Aboriya Cihanî’ ku 14’ê Nîsanê weşand de, daxuyakirin ku di nava salê de wê aboriya Tirkiyê ji sedî 5 biçûk bibe.
Serkêşa Aboriya IMF’ê Gita Gopinath diyar kir ku krîza heyî wê di nava 2 salên bê de, 9 trilyon dolar bi xwe re bibe.
IMF: Kes wê nekare bireve
Wisan xuyaye ku wê tevahî welatên cihanê ji ber vîrûsê di aliyê aborî de berdêlên giran bidin.
Navenda Bankan daxuyakirin ku her çiqasî Ingiltere, Almanya, Japonya û DYA di despêkê de, karîne kêmekê jî be xwe biparêzên li wê nekarin ji rewşên neyînî yên derbikevin, xelas bibin.
IMF: Parzemîna asya piştî 60 salan wê biçûk bibe
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ragihand ku ji ber krîza vîrûsa koronayê mezinbûna aboriya li Asyayê rawestiya ye.
IMF diyar dike ku krîza bi pandemiya Covîd-19 rû da, ji krîza aborî ya 2008-2009’an û krîza aborî ya Asyayê ya 1997-1998’an girantir e.
Midûrê Asya û Pasîk ê IMF’ê Chang Yong Rhee diyar kir, ku ji salên 1960’î û vir ve yekemcar herêm ji aliyê aborî ve mezin nebûye.
Rhee anî ziman ku bandora pandemiyê “wê giran û nedîtî” be.
Rhee bal kişand ser tevdîrên ji ber pandemiyê hatine wergirtin û wiha got,
“Ev tevdîr wê bandoreke giran li aboriyê bike.”
Lireyê Tirkî nirxê xwe li pêşberî dolar winda dike
Nirxên dolar ên li hemberî lîreya tirk her ku diçe zêde dibe.
Serê sibê 1 dolarî li hemberî lîra bi 6,91 dest pê kir.
Duh dolarek li hemberî lîra 6.90 bû.
îro pêlek din zêde bû.
Bi taybetî piştî vîrûsa corona li Tirkiyê belav bû û asta kar daket, aboriya Tirkiyeyê bêtir dikeve nava qeyranek kûr û dolar zêde dibe.