Li Idlibê şer û şandina piştgiriya leşkerî dewam dike

Herî dawî di êrîşeke balafireke bêmirov de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Her wiha li parêzgeha Deraayê jî di êrîşeke komeke çekdar a nenas de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 2 birîndar bûn.

 

Li gundewarê hemayê 3 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin

Agirbesta Putin-Erodgan a li herêmên bi navê ”Kêmşer” 42 roj li pey xwe hiştin.

Lê heta niha berevajî bendên agirbestê, şer û şandina piştgirya leşkerî ji bo van herêman dewam e.

Li herêma Sehil Xab a gundewarê Hemayê balfireke bê-mirov erebeyên çeteyên dewleta Tirk topbaran kirin.

Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku heta niha nehatiye naskirin ev balafir Rûsî ye yan jî Îranî ye.

Hêzên rejîmê gundewarê Idlibê topbaran kir

Li Idlib û gundewarê wê jî hêzên rejîmê herêmên Bara û Fitêra topbaran kirin.

Tevî şerê heyî, dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û hêzên rejîmê ji aliyekî din ve şandina hêza xwe li herêmên navborî zêdetir dikin.

Hêzên rejîmê li aniyên başûrê Idlib û gundewarê Hemayê bi hezaran leşker û maşîneyên leşkerî bicih kirin.

Komeke çekdar êrîşî hêzên rejîmê kir, 3 leşker hatin kuştin

Li parêzgeha Deraa ku ev sê roj in ne aramî serwer e, li dijî erebeyeke hêzên rejîmê êrîşek pêk hat.

Li gorî Çavdêriya Sûrî komeke nenas êrîş pêk anî.

Di encamê de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Back to top button