ESCWA: 87 milyon kes li welatên erebî bi Coronayê re rûbirû ne

NY hişyarî da ku li welatên erebî 87 milyon kes ji ber kêmpeydabûna avê bi metirsiya vîrûsa Coronayê re rûbirû ne.

Komîteya NY a civakî û aborî ya rojavayê Asiyayê ESCWA ragihand ku li herêmên welatên erebî ji ber kêmderfetên peydabûna dermanên pakkirin û kêmbûna avê, xeteriya belavbûna Coronayê heye.

Komîteyê diyar kir ku li van welatan herî kêm 87 milyon kes bi vîrûsê re rûbirû ne.

Li gorî daneyên komîteyê, li derdora 10 welatên erebî ava ku dighêje malan têra paqijiya pêwîst a ji bo vîrûsa Coronayê nake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev çend car in tevî xeteriya vîrûsa Coronayê dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ji ser bi hezaran ji şêniyên bakur û Rojhilatê Sûrî qut dike.

Back to top button