Corona di demeke kurt de, şaxên xwe li tevahiya cîhanê belav kir

Li seranserê cîhanê heta niha zêdetirî 2 milyon kes vîrûsa corona ketine û zêdetirî 136 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Tenduristiyê jî ji ber Serokê DYA Trump alîkariya madî ji bo wê rawestand mixabiniya xwe anî ziman û welatên G20 jî qebûl kirin deyînên welatên feqîr taloq bikin.

Trump: Di rêjeya pêketinê de, me lûtke derbas kir

Vîrûsa Corona ku ji Wohan a Çînê derket, di nava demeke kurt de, şaxên xwe li tevahiya cîhanê belav kir.

Ji destpêka derketina vîrûsê ve dem bi dem welatên ku di rêjeya destpêkê de ne tên guhertin.

Navenda vîrûsê ev demek e dirêj e, Amerîka ye.

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku jimara kesên bi vîrûsê dikevin li Amerîka kêm bûye û got:

Ev tê wateya ku me lûtkeya belavbûna vîrûsê ya ji aliyê jimarê ve derbas kiriye.

Em bi hêvî ne ku ev bidome û jimara kesên bi vîrûsê dikevin, kêmtir bibe.

Ev pêşketin dihêle ku em xurt bibin û biryara me ya vekirina welat, wê were eşkerkirin.

WHO: Em hewl didin valahiyê dagrin

Trump ji ber siyaseta wê ya rêvebirina serdema vîrûsa corona Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi mirina hezaran kesî tewanbar kiribû û herî dawî alîkariya madî ya ji bo rêxistinê rawestand.

Rêxistina tenduristiyê li ser vê biryarê mixabiniya xwe anî ziman û diyar kir ku ew niha bandora vê biryarê lêkolîn dikin û hewl didin ku vê valahiyê dagrin.

Welatên G20 deynên welatên feqîr taloq kir

Ji ber belavbûna vîrûsê, yên herî zêde bandor dibin, welatên xizan ên weke Afrîka ne.

Serokê Fransa Emmanuel Macron ji welatê G20 xwestibû deynên welatên, feqîr taloq bikin.

Erebîstana Seûdî jî ragihand ku welatên G20 qebûl kirine ku deyînên welatên feqîr taloq bikin.

NY: Rewşa asayî ya dinyayê bi derziyekê pêkan e

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres têkildarî rewşa vîrûsa got:

“Piştî ku li dijî Covîd-19 derziyeke (aşi) pê bawer û bi bandor hate çêkirin, hingî hesta asayîbûnê wê li cîhanê vegere.”

Gûterres diyar kir ku ew hêvîdar e heta dawiya salê derziyek bê amadekirin û got:

“Derziyeke bi vî rengî wê jiyana bi milyonan mirovî û bi milyaran dolarî rizgar bike.”

Dibe ku Corona li Rojhilata Navîn bibe sedema nakokiyên aborî

Li Welatên Rojhilata Navîn ku ji xwe şer lê heye, vîrûs jiyanê zehmetir dike.

Xaça Sor a navdewletî ragihand ku belavbûna vîrûsa corona li herêma Rojhilata navîn jiyana bi milyonan kesan dixe nava metirsiyê, nemaze ku ev herêm ji xwe di nava şer û nakokiyan de ye.

Dibe ku li vir nakokiyên civakî û aborî derkevin, ji ber ku tedbîrên dernektina derve dihêle ku welatî nikaribin debara xwe ya jiyanê bikin.

Back to top button