Li Şedadê ji bo her malekê 20 lître benzîn hatin belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Şedadê û meclisa navçeyê, ji bo gel ji vîrûsa Corona biparêze û gel kom nebe, bi rêya komînan re sotemenî li şêniyan belav kir.

Komîteya Sotemeniyê ya Şedadê û meclisa navçeyê ji bo pêşiya parastina şêniyan û kombûn çênebe, bi riya komînan pêwîstiyên şêniyan bi cih tînin.

Komînan navên malan tomar kirin û paşê 20 lître benzîn ku buhayê wî 105 lîreyên Sûriyê ye li şêniyan belav kir.

Hêjayî gotinê ye ku li naveçyê û gundewarên wê heta niha 12 hezar malbat sûd ji belavkirina sotemeniyê dîtine.

Back to top button