Japonyayê rewşa awarte ragihand

Ji ber belavbûna bê ser û ber ya vîrûsa corona, hikûmeta Japonya rewşa awarte heya mehekê li welêt ragihand.

Serokwezîrê Japonî di hewlidaneke de ji bo pêşîgirtina vîrûsa corona, rewşa awarte li paytext Tokyo û 6 eyaletên din ragihand.

Serokwezîrê Japonî diyar kir ku wan ev yek wek tedbîr ji bo pêşîgirtina vîrûsê dane.

Her wiha serokwezîr destnîşan kir ku ji ber ku vîrûsa corona bi lez li welat belav dibe û wê bandorekê neyînî li jiyan û aboriya mirovan bike, wan rewşa awarte ragihand.

Heya niha jimara giştî ya vîrûsa corona li Japonya 6 hezar û 748 kesn pê ketine, jimara miryan jî gihiştiye 108 kes.

Back to top button