Li başûrê Kurdistanê rêjeyek mezin ji vîrûsê rihet bûne

Vîrûsa corona hîna li beşên din ên Kurdistanê û welatên herêmê jî nehatiye kontrolkirin û li Îranê 92 kesên din mirin.

Li gorî rêxistina Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê heta niha, 335 kes bi vîrûsê ketine û ji wan 4 kes mirine û zêdeyî 200 kes jî baş bûne.

Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê Saman Berzencî jî ragihand ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî alavên tenduristiyê yên ji bo corona ji wan re şandine.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê jî li herêmê qedexeya derketinê heta 2 Gulanê hat dirêjkirin.

Li Iraqê zêdetirî 16 hezar girtî hatine berdan

Desteya Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 17’ê Adarê ve 16 hezar û 45 kesên ku ji ber sûcên cuda hatin binçavkirin serbest berdane.

Rêxistina Tenduristiyê Şaxê Iraqê jî ragihand ku Iraqê hîna jî pêvajoya xeteriyê derbas nekiriye û dem nehatiye ku tedbîrên li dijî vîrûsê werin kêmkirin.

Li Îranê 92 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî daneyên fermî li Îranî di 24 saetên dawî de 92 kes mirine û hezar û 606 kesên din bi vîrûsê ketine û jimara giştî bû 77 hezar û 995 kes.

Back to top button