
Alî û rêxistinên Kurdî bi daxuyaniyên cuda êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kirin û banga yekîtiya hêzên Kurdî kirin. Hikûmata Iraqê jî êrîşa dagirkeriyê weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir.
Kongreya Star a Efrînê: Divê cîhan ji bêdengiyê derkeve
Doh li dijî wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve êrîşek bi balefiran pêk hatibû.
Di encamê de 3 jin şehîd bûbûn.
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir.
Kongreya Star bang li saziyên Mafê Mirovan, Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Tendirustî ya Cîhanî kirin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û zextekê li ser dewleta tirk bikin ku kiryarên xwe bi dawî bike.
Nûnertiya HDP’ê ya başûrê Kurdistanê: Divê rihê netewî xurt bibe
Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Zînî Wertê û Wargeha Mexmûrê da.
HDP’ê ji hêzên Kurd jî xwest neyên lîstikên dagirkeran û li dijî dagirkeran hewlesta xwe nîşan bidin û rihê netewî bi hêz bikin.
Rêveberiya Şengalê: Divê Iraq û başûrê Kurdistanê ber êrîşan bigirin
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bang li hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku hêdî rê li ber êrîşan domdar ên dewleta Tirk bigirin.
Iraq: Ev êrîş li dijî zagon û yasayên Netewên Yekbûyî ne
Li aliyeke din jî, Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa dewleta Tirk ser Mexmûrê şermezar kir û got:
“Ev êrîş berovajî têkiliyên cîrantiyê ne û li dijî zagon û yasayên Netewên Yekbûyî ne.”
Hat ragihandin jî ku wezareta sefîrê dewleta Tirk vexwandiye û wê daxuyaniyekî ya nerazîbûnê pêşkêş bikin.
Artêşa Iraqê: Bila enqere amade be ku hesabê bide
Têkildarî êrîşa dagirkirkeriyê , Berdevkê Artêşa Iraqê Ebdilkerim Xelef got:
“Êrîş binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û divê Enqere amade be ku hesabê bide.”