Êrîşên dagirkeriya Tirk ser Mexmûrê

Ji bo êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Zînê Wertê, Komîteya Peywendiyên Derve ya Iraqê, Tevgera Azadî û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê, bang li PDK’ê û YNK’ê û tevahî partiyên siyasî kir ku bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin û nehêlin planên dagirkeriyê bi ser bikevin.

Komîteya Peywendiyên Derve ya Iraqê: Divê hikumeta Bşûrê Kurdistanê ji bo çareseriyê, xwedî rol be

Komîteya Peywendiyên Derve ya Iraqê, girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku di peydakirina çareseriyeke aştiyane de, xwedî rol bin, da ku destwerdanên Tirkiyê dubare nebin.

Tevgera Azadî: Divê PDK û tevahî partiyên siyasî bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin

Li aliyekî din, Tevgera Azadî têkildarî rewşa Zînî Wertê daxuyaniyeke da û bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê û tevahî partiyên siyasî kir ku bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin û nehêlin planên dagirkeriyê bi ser bikevin.

KNK: Divê PDK û YNK’ê hêzên xwe ji zînewertê vekişînin û pirsgirêkê çareser bikin

Di heman demê de, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî bang li PDK’ê û YNK’ê kir ku hêzan ji Zînî Wertê vikişînin û bi diyalogê, vê pisrgirêkê çareser bikin.

KNK’ê ji tevahî kesayetên siyasî, rewşenbîr û akademîk xwest ku helwesteke navbeynkar nîşan bidin, da ku alozî kûrtir nebe.

Parlamanterên Başûrê Kurdistanê: Ger alozî dewam bike wê xeteriyek mezin bîne

15 parlamenterên Herêma Başûrê Kurdistanê jî heman daxwaza KNK’ê ji YNK’ê û PDK’ê kirin ku di vê qonaxa hestiyar de dawî li aloziya di navbera xwe de bînin û diyar kirin ku ev alozî ger dewam bike wê ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyek mezin bîne.

Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê: Lîwaya 7’an, li ser daxwaza komîsyona bilind çû herêma zînewertê

Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî der barê şandina Lîwaya 7’an a piyade ji bo devera Zînî Wertê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Wezaretê diyar kir ku şandina vê lîwayê, li ser daxwaziya Komîsyona Bilind a li dijî vîrûsa Coronayê, ji bo pêkanîna biryarên Wezareta Tenduristiyê ya hikumetê ye.

Wezaretê anî ziman ku ev hêz, wê demkî li wir bimaya û ji mafê hêzên Pêşmerge ye ku ji bo her devereke Başûrê Kurdistanê, bikeve nava tevgerê.

Back to top button