Artêşa Lîbî, jimarek DAIŞî û çeteyên dewleta Tirk li Başûrê welêt kuşt

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê rêze-êrîşên asmanî li ser navendên çeteyên dewleta Tirk li başûrê welêt pêk anî. Di encamê de, jimareke mezin a çeteyan, hat kuştin. Çete jî, ji bo şênî nema piştevaniya Artêşa Lîbî bikin, ev hefteyek e bajarê Terhûnayê xistine jêr dorpêçê. 

Navenda Operasyonên Keramê ya Artêşa Lîbî ragihand ku, parastina asmanî Meşirû’ el-Nexîl li başûrê welêt kir armanc.

Di encamê de, jimareke mezin a çeteyan, di nav de çeteyên Sûrî û Çadî hat kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî, DAIŞî û hinek çeteyên Çadî êrîşeke nişkayî li ser yekîneyên Artêşa Niştimanî li herêma başûrî pêk anî.

Her wiha Artêşa Niştimanî ragihand ku di şerên îro de 2 dronên Tirkî xistine.

Li gorî çavkanîyên ewlehî, ev çete dixwazin aramiya herêmê bixin metirsiyê û aniha li bajarokê Merzeq û devera Cermayê dimînin.

Çeteyên dewleta Tirk, dest bi birçîbûna şêniyan kiriye”

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk dorpêçeke aborî û xizmetguzarî li ser bajarê Terhûnayê sepandiye, da şênî xwe ji pişta Artêşa Lîbî bidin alî.

Ev serê hefteyekê ye, av, kehrebe, telefon û enternet ji ser wan qut kirine û êrîşên bêserûber bi dronên Tirkî li ser bajêr pêk tînin.

Duh êvarî jî, Artêşa Niştimanî diyar kir ku wan “droneke Tirkî ji ser heman bajarî anî xwarê.

Her wekî rêyên tên bajêr jî girtine û gelek kamyonên alîkarî û xwarinê berî bighên, kirin armanc.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Niştimanî ya Mafên Mirovan a Lîbî, dorpêça Terhûnayê şermezar kir û ew weke “çekekî birçîbûnê” bi nav kir.

Back to top button