Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso: Iraq û Başûrê Kurdistanê berpirsên êrîşên li ser Mexmûrê ne

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso helwesta hikumeta Iraqê ya li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Mexmûrê kêm dît û diyar kir ku “hem ew û hem hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsên êrîşên Tirkiyê ne. Eyşe Hiso bang li hikumeta Iraqê kir jî, ku “qada asmanî li hember balafirên şer yên Tirkiyê bigire”.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku “ev çend meh in, Mexmûr di bin dorpêçê de ye. Ev ne bes e, dewleta Tirk, di demeke ku her kes bi vîrûsa Coronayê ve mijûl e, êrîşî wargehê dike.

Eyşe, êrîşa li ser Wargeha Mexmûrê, bi hovîtî û dijminatiya dewleta Tirk li dijî Kurdan pênase kir.

Eyşe Hiso anî ziman ku “ji ber Mexmûr di bin kontrola NY de ye. Ew û aliyên navdewletî berpirsên van êrîşan in û da zanîn ku “divê rêxistinên navdewletî yên banga agirbestê kirine, êrîşên dewleta Tirk rawestînin û li dijî wan bêdeng nemînin”.

Eyşe Hiso: Divê hikumeta Iraqê, asmanê xwe li ber balafirên Tirkiyê bigire

Têkildarî helwesta hikumeta Iraqê ji van êrîşan jî, Hevseroka PYD got:

“Ev helwest têrê nake. Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê, berpirsên êrîşên dewleta Tirk li dijî erdnîgariya Başûr û Iraqê ne” û bang li wan kir ku “dorpêçê rakin, li hember êrîşên Tirkiyê rawestin û asmanê Iraqê bigirin”.

Back to top button