Tevî ku girtî nexweş in jî, nayên berdan

Ji girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her roj bangên xwedîderketin û serbestberdanê tên kirin. Girtî tevî ku nexweş in jî û nabe di girtîgehê de binînin, nayên berdan.

Mahmût Temel ku di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye, diyar kir ku “berî 2 hefteyan, 2 caran spazma dil derbas kiriye û li diî vîrûsa coronayê ti tedbîr tevdîr nayên girtin û her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin”.

Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, der barê qanûna înfazê de, diyar kir ku “efûya ku hikumet û hevkarên wê derxistiye, efûyeke taybet e û ti wekhevî di vê qanûnê de tune ye”.

Aydin destnîşan kir ku “dewlet ji bo ku muxalifan di girtîgehan de bihêle, israr kir û bêhiqûqî kirin qanûn.”

Back to top button