Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî sivîlan didomînin. Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî, bîlançoya binpêkirinên vê mehê, belge kir û diyar kir ku heya niha zêdetirî 22 kesan hatine revandin û çarenûsa hinekan ne diyar e.
Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin bi revandina sivîlan, wêrankirina xweza û talankirina şûnwaran, demografiya Efrînê bigihurînin.
Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî, eşkere kir ku ji destpêka Nîsanê û heya niha, zêdetirî 22 kes li Efrînê hatine revandin.
MABATA
Li gorî Navendê, 14’ê Nîsanê çeteyan, şêniyê bi navê Ebdil Reûf Ibrahîm ji gundê Şêxûtka yê Mabata revand û ew bi 300 hezar LS berdan.
Li gundê Şûrbe yê heman navçeyê jî, çeteyan êrîşî zilamê temenmezin Zeîm Umer kir û 5 hezar dolar jê xwestin.
RECO
Li gundê Baîdîna yê Recoyê, çeteyan 3 kes revandin.
Mistefa Îbiş
Ehmed Îbiş bin Arîf
Mihemed Şehban bin Xelîl
Li gundê Hesen jî, çeteyan bi ser mala Mihemed Osman Hibo de girt, ew êşkence kirin û revandin.
Çeteyan her wiha, Mûrad Ehmed Betal ji gundê Me’îmila yê heman navçeyê revand.
BILBILÊ
Li navçeya Bilbilê, çeteyan jinek û 10 kes ji gundê Kotana revandin.
Semiya Elo
Ebdilhemîd Şêxo
Ebdilrehman Elo
Reşîd Îbo
Mistefa Ibrahîm
Mihemed Horo
Mistefa Horo
Arîf Ebdilrehman Me’îmo
Mihemed Reşîd Mihemed
Li taxa Mehmûdiyê yê navenda bajarê Efrînê jî, çeteyan Beşar Emîn Menan ê ji gundê Coqê revand.
ŞIYÊ
Li Şiyê jî, ji destpêka Nîsanê ve, 12 ciwanên Kurd hatin revandin.
Hisên Cemîl Qirê
Azad Mistefa Dehdo
Rêzan Henîf Şêx Hesen
Adil Ehmed
Silêman Bekrî
Xelîl Hesen Hesen
Silêmen Bekrî Arêf
Xidir Xelîl Arêf
Tarêq Ehmed Silêman
Egîd Reşîd Hesen
Reşîd Bekrî Hesen
Mihemed Ehmed Hesen