Li Eyn Îsayê, kesine nenas 2 bombe avêtin malên sivîlan û 2 erebeyên leşkerên hikumeta Şamê, şewitandin.
Nûçegihanê me ragihand ku, saet yekê şevê, kesine nenas li navçeya Eyn Îsayê 2 bomeyên destan avêtin malên sivîlan.
Bombeyek tenê teqiya û ziyanên madî çêbûn.
Li aliyekî din jî, 2 erebeyên leşkerên hikumeta Şamê, ji aliyê kesên ne diyar ve, hatin şewitandin.
Ji ber van herdu bûyeran, Hêzên Asayîşê lêpirsîn dane destpêkirin.