Îmamoglu û Yavaş ketin ber lêpirsînê

Desthilatdariya AKP-MHP ku li dijî vîrûsa Coronayê tedbîreke berçav negirtiye, pêşî li piştevaniya civakî jî digire, niha jî li dijî ‘alîkariya’ şaredariyên Stenbol û Enqereyê dest bi lêpirsînê kir. 

Wezareta Karên Hundir a Tirk, li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredariyê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş lêpirsîn da destpêkirin.

Van şaredaran, ji ber kampanyayên alîkariyê ji bo gel ku ji aliyê aborî ve tengav bûye, da destpêkirin.

Lêpirsîn ji aliyê Îmamoglû ve hate ragihandin.

Van Şaredariyan di sibeha 30’ê Adarê de dest bi kampanya alîkariyê kiribûn.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû jî li dijî vê kampanyayê nameyek ji raya giştî re weşandibû.

Heta niha hikumeta AKP’ê di rojeva her kesî de ye ku li Tirkiyê tu tedbîrên pêwîst li dijî Coronayê negirtin.

Back to top button