Li Şedadê ji ber buhabûna nirxên sebzeyan, şêniyan dest bi çandiniyê kir

Piştî biriyara nederketina derve ji bo pêşîlêgirtina Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin, her tişt biha bû. Ji ber wê şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê jî dest bi çandiniya sebzeyan kirine.

Şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê sebzeyên xwe ji dikanan dikirîn, lê di vê dawiyê de nirxên sebzeyan bihabû, ji ber wê şêniyên Şedadê di rûbarin biçûk de li malên xwe dest bi çandiniya sebzeyan kirin.

Her wiha ev gav piştî biryara nederketina derve û bihabûnê tiştan derket holê, ji bo şêniyên navçeyê pêdiviyên xwe ji sebzeyan pêk bînin.

Welatiyê bi navê Ibrahîm el-Dexîl mamosteyê dibistana navçeyê ye, derfeta nederketina wî ji malê wergerandiye xebata çandiyê sebzeyan.

El-Dexîl di vê der barê de diyar kir ku di dema nederketina derve de wî dest bi ajotina erdê li malê kir û hemî cûreyên sebzeyan wî çandiye.

Ibrahîm el-Dexîl balkişand ser sedemên ku hêşt ew dest bi çandinyê bike bihabûn nirxên sebzeyên sûkê ye.

Back to top button