Komîteya Aborî ya Jinan,17 hezar devpoşk radestî şaneya aloziyê kirin

Komîta Aboriya Jinan a Qamişlo bi armanca alîkariya kesên ku nikarin pêdiviyên tenduristî yên li dijî vîrûsa korona bikirin, 17 hezar devpoşk radestî Şaneya Aloziyê kirin.

Komîta Aboriyê ya Jinan devpoşkên ku amadekirine, bi daxuyaniyekê li Navenda Heyva Sor a rewşên awarte ya Qamişlo radest-kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku devpoşk li taxên Qamişlo bi rêya komînan wê bên belav-kirin.

Ev însiyatîf bi rêkxistina Komîteya Aborî ya giştî hat kirin.

Devpoşk li ser hêzên leşkerî jî hatine belav-kirin, hejmara devpoşkên ku hatine çêkirin gihaşt 40 hezarî.

Heyva Sor a Kurd ji aliyê xwe ve spasiya xebatkarên kargehên Komîteya Aboriyê ya Jinan li ser vê însiyatîfê kir.

Back to top button