Serpîl Kemalbay: Gumanbarê mirinan wê hikûmet be

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku qanûna înfazê di çarçoveya vîrusê de ne-hatiye derxistin, li dijî Destura Bingehîne. Ji bo wê divê ji bo girtîgehan zêdetir têkoşîn bê dayîn. Divê muxalefet û hêzên demokrasiyê bi piştevanî û têkoşînê li gel-hev cih bigirin.

Qanûna înfazê ya ji meclîsê derbas bû, di 3’emîn Pakêta Darazê de 70 xal cih digirin, hemû bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin û bi vê re tê payîn ku 90 hezar girtiyên edlî bên berdan.

Girtiyên siyasî di vê pakêtê de cih negirtin.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, anî ziman ku divê qanûn di çarçoveya pandemî de be û got:

Ti eleqeya wê bi vîrusê tûne ye, ev pakêt salek berê hatiye rojevê.

Hem Wekîlên serokê komê îfade kirin û hem jî min ji serokê komîsyonê pirsî. Lê gotin ‘ev pakêteke di rojeva wan de ye’.

Di pêvajoyeke weha de tenê ji bo girtiyên edlî qanûn tê derxistin.

Ji bo kesên ji ber fikrên xwe, ji ber siyaetê hatine girtin, tiştek tûne ye.

Serpîl dsetnîşan kir ku di dema AKP’ê de hejmara girtiyan ji 60 hezarî derketiye 300 hezarî û weha domand:

500 jê giran hezar û 500 girtiyên nexweş li ber çavan ne-hatine girtin.

Bariyer dane pêş xwe û dibêjin kesên di çarçoveya terorê de der-naxin. Hemû muxalefet dizane ku ev ne rast e. Bi dengên AKP-MHP’ê pakêt derbas bû.

Serpîl diyar kir ku bi qanûnê 90 hezar kesî wê derxin girtîgehên vekirî, dorveger destur bê dayîn û bişînin malên wan û got:

Ev kes wê ji bo jin û zarokan tehdîdê ava bikin. Nêzîkatiyeke hikûmetê ya ji bo parastina tenduristiya gel tune.

Em bi pêkanîneke bê-wijdan û bê-edelet re rû bi rû ne. Gumanbarên van mirinan wê hikûmet be.

Ev qanûn li dijî destura bingehîn hat kirin.

Ji ber vê divê ji Dadgeha Destura Bingehîn vegere û ji bo her kesî bi awayekî wekhev pêk bê. Ji bo vê divê têkoşîn bê bilindkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay dawiyê got, divê li dijî qanûnê hemû muxalefet, hêzên demokrasiyê li gel hev cih-bigirin û ti kes tenê nemîne.

Back to top button