Li Iraqê jina 20 salî hat şewtandin

Di pêvajoya vîrûsa coronayê de tundiya li dijî jinê zêde bûye, li navçeya El-Ncf ya girêdayî herêma Iraqê jineke 20 salî hate şewtandin.

Jina 20 salî a bi navê Melak Heyder El-Zbîdî ji navçeya El-Ncf ya girêdayî herêma Iraqê agir bi bedena xwe xistiye.

Bûyera şewtandinê li mala malbata hevjînê wê çêbû û bavê hevjînê wê, ew rakirya Nexweşxaneyê.

Hate gotin, sedema şewitandinê heya niha nayê zanîn û ti kes jî, ji ber bûyerê ne hatiye binçavkirin.

Hin agahî jî dibêjin ku ji ber hevjînê Melak bi rengekî hovane lê dida, agir bi bedena xwe xistiye.

Komîteyek ji aliyê Meclisa Dadgehê a Iraqê ve ji bo lêkolîn-kirina sedema bûyerê hat avakirin.

Ev bûyer di demekê de ku di rapora herêma Iraqê de tê gotin, di pêvajoya vîrûsa koronayê de tundiya li ser jinê kêm bûye.

Back to top button