Jinek nexweş, ne ji ber vîrûsê lê ji ber dermanan mir

Her roj li her devera cîhanê, kesên nû dibin qurbanê vîrûsa Coronayê û jiyana xwe ji dest didin. Jineke li Amerîka ku nexweşa vîrûsa corona bû, ne ji ber vîrûsê, lê ji ber dermanên ku bijîşkan dabûyê jiyana xwe ji dest da.

Jina bi navê Lîcya ya 65 salî ji New Yora Amerîka bi vîrûsa Coronayê ketibû.

Lîcya ji destpêka Nîsanê ve rakiribûn nexweşxaneyê û di bin çavdêriya Tendirustî de bû.

Nexweşa vîrûsa corona Lîcya, ji ber dermanên ku bijîşkan dabûnê jiyana xwe ji dest da.

Malbata Lîcya ragihandin ku, Lîcya bi nexweşiya dil bû, ji ber dermanê Hîdroksî Kolorîn û Ezîsromîsyîn  ku bijîşkê wê dabûyê û bi kar anî ye, jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button