Parlamentera Iraqê: Li dijî şehîdxistina 3 jinan xwedî helwest bin

Bertekên li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê zêdetir dibe.
Parlamentera Iraqê Ala Talebanî, êrîş şermezar kir û got: ji bo 3 jinên ku li Mexmûrê hatin kuştin xwedî helwest bin.

Parlamentera Iraqê Ala Talebanî têkildarê êrîşa dewleta Tirk ya li ser Mexmûrê daxuyaniyek weşand.

Ala Talebanî destnîşan kir ku penaberên li kampê ji ber zilma dewleta Tirk koçberî Mexmûrê bûne. Niha dîsa ji êrîşên dewleta Tirk xilas nebûne.

Ala got: Tevî ku kamp di bin sîwana NY’î de ye, lê rastî êrîşan hat û 3 jin hatin kuştin.

Parlamentera Iraqê Ala Talebanî bang li aliyên ku xwe wek xem-xwerên Kurdan binav dikin kir ku çawan li ser bûyera jina li Pirdê bûn xwedî helwest li mexmûrê jî xwedî derkevin û bibin xwedî helwest.

Bila heman helwest ji bo kuştina jinên ku ji ber êrişa dewleta Tirk li Mexmûrê şehîd bûn jî nîşan bidin.

Ala bang kir ku dengê xwe li ser vê bê-mafiyê bilind bikin, herî kêm daxuyaniyeke ya şermezarkirinê bidin, ma xwîna ku hatî rijandin ne ya can-fedayên Kurde?

Back to top button