Yekem jina Mesrî derbasî turnoveya jinan a Înglîzî bû

Hezkirin û serkeftîbûn, mirovan digihîne armancên wan. Piştî serkeftinên mezin bi dest xistî, Yekem lîstokvana footbolê ya Misrî derbasî turnoveya jinan a Înglîzî bû.

Malpera Yekîtiya Navneteweyî ya Foootbolê ragihand ku, lîstokvana bi navê Sara Îsam a 20 salî, yekem jin ji welatên Ereban derbasî turnoveya Înglîzî ya jinan bû.

Sara ji 14 saliya xwe ve dest bi footbolê kir û di tîma Wadî El- Dicle ya li Misrê de cih girt.

Sara Îsam ji malparê re got:

”Min li malê bi birayê xwe re fotbol dilîst, her ku ez mezin dibûm min ji vê lîstokê hez dikir.

Xeyala min ew bû ku rojekê bibim lîstokvaneke serkeftî.

Her wiha Sara diyar kir ku ji ber zihniyeta mêr-salar gelek zehmetî kişandine.

2016’an Sara tevlî lehengtiya Neteweyên Afrîqayê bû.

2017’an Sara diçe Îngêltira û li wir tevlî tîma ‘Stok Sîtî dibe.

2018’an Sara hêjayî xelata baştirîn listokvan a Saziya Londin a Erebî hat dîtin.

Her wiha Sara hêjayî xeleta baştirîn listokvan ji aliyê Tîma xwe ve jî hat dîtin û pêlava zêrîn girt.

Back to top button