Vîrûsa Corona jiyan li tevahiya cîhanê daye guhertin

Vîrûsa Corona ku jiyan li tevahiya Cîhanê daye guhertin, bi lez belav dibe. Li seranserê cîhanê zêdirî 2 milyon û 200 hezar kes heta niha bi vîrûsê ketine û zêdetirî 148 kes jî mirine. Tenê di nava 24 saetên dawiyê de, li Amerîka nêzî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber zêdebûna kesên bi vîrûsê dikevin wê Fransa jimara doktoran zêde bike. Hikumeta Nîjerya jî tedbîrên tûnd û tund ku gihaştin asta kuştinê, girt.

 

Ji bo alîkariyê bide, dixwaze ku rêveberê WHO îstîfa bike

Li Amerîka ku êdî vîrûsa Corona konê xwe daniye, heta niha bi sedhezaran kes bi vîrûsê ketine û bi hezaran jî mirine.

Tenê di nava 24 saetên dawiyê de li welêt, 2 hezar û 296 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber jimara zêde ya kesên bi vîrêsê dikevin, Amerîka di cîhanê de hîna di rêza yekem de ye.

Serokê DYA Donald Trump ji ber siyaseta wê ya rêvebirina serdema vîrûsa corona, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi mirina hezaran kesî tewanbar kiribû û herî dawî alîkariya madî ya ji bo rêxistinê rawestand.

Komargerên li Amarîka dixwazin, di berdêla alîkariya madî ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de, Rêveberê giştî yê rêxistinê îstifa bike.

Amarîka yek ji çar parên alîkariya ji dewletan ji rêxistinê re tê dayîn, dide.

Endamên Kongreyê yên ji Partiya Komarger hewl didin zextê li saziyê bikin û 17 Komargerên ji Komîsyona Derve ya Meclîsa Nûneran nameyek ji Donald Trûmp re şandin û îdîa kirin ku Rêveberê Giştî yê rêxistinê ‘neserkeftî’ ye.

Li Fransa jimara bijîşkan têra nexweşan nake

Piştî Amerîka vîrûsê herî zêde jiyan li Ewropa rawestandiye û li wir jî bi dehhezaran di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî Spanya û Îtalya, Fransa welatê Ewropa yê sêyemîn e ku herî zêde qurbanî dane.

Li welat heta niha nêzî 18 hezar kes ji ber vîrûsê mirine.

Li Fransa ji ber ku jimara kesên bi vîrûsê ketine zêde ye û jimara doktoran kêm e, wê derfeta kar bide doktorên biyanî yên ji derveyî Ewropa hatine.

Bi vîrûsê re hate dîtin ku jimara xebatkarên tenduristiyê yên heyî yên li Fransayê têrê nake.

Hema bêjin temamiya servîsên awarte yên nexweşxaneyan tijî bûn û li welêt doktor kêm in.

Li Fransayê hejmara doktoran bi giştî derdora 230 hezar kesî ye.

Di nava wan de 4-5 hezar doktor ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine.

Ji bo jimara doktorên biyanî werin zêdekirin, di rojevê de guhertin heye.

Li Nîjerya jimara kesên ji ber tedbîran mirin ji yên Corona zêdetir in

Qedexeya derneketina derve li hin welatên cîhanê bi rengekî tûnd hat pêkanîn.

Nîjerya ku welatê herî mezin ê parzemîna Afrîka ye, tedbîrên heta kuştinê jî daye ber çavanê xwe.

Li gorî Komîseriya Niştîmanî ya mafên mirovan ku saziyeke serbixwe ye, li Nîjerya jimara kesên ku hêzên ewlehiyê yên welat ji ber tedbîrên li dijî corona kuştine, ji jimara kesên ku bi vîrûsê mirine zêdetir e.

Li Welat ji ber vîrûsê 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê jimara kesên ku hatine kuştin 18 kes e.

Back to top button