Li Efrînê çeteyan kalek (70) salî êşkence kir û girek şûnwarî talan dikin

Li Efrînê dewleta Trik a dagirker û çeteyên wê kirarên xwe yên qirêj li dijî sivîl û dîroka Efrînê didomînin. Li navçeya mabata çeteyan kalek (70) revand û li navçeya Şera jî girek şûnwarî talan dikin.

 

Çete li gundê Şorbe yê Mabata sivîlekî 70 salî êşkence kir

Navenda belgekirina bipêkirinan li bakurê Sûrî ragihand ku Çeteyan şêniyê bi navê Zeîm Umer (70) yê ji gundê Şorbe yê navçeya Mabata êşkence kir û 5 hezar dolar jî, jê xwstin.

Her wiha çeteyan beriya demekê 9 sivîl ji gundê Badîna yê navçeya Raco revandibûn.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê jî da zanîn ku çeteyan ji her sivîlekî 1000 dolar fidiye standin.

Dewleta Tirk girê şûnwarî yê li navçeya Şera talan dike

Li aliyek din talankirina dîroka Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve jî dewam dike.

Navenda belgekirina bipêkirinan li bakurê Sûrî diyar kir ku çeteyan girê Serî Gir yê li navçeya Şera jî dikolin û berhemên dîrokî talan dikin.

Back to top button