Tirkiye..ÎSÎGM: 52 Karkeran ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane

Desthilatdariya Tirk corona ji xwe re weke firsend li dijî girtiyan bi kar tîne. Ji girtîgehên ku ti tedbîr li dijî vîrûsa corona nehatine girtin û girtiyên nexweş nayên berdan, bang tên kirin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî diyar kir ku ti wekhevî di qanûna înfazê de tineye. Ji ber xemsariya li hember karkeran jî nêzî hezar karker bi vîrûsê ketine.

 

Yên ku herî zêde ji vîrûsê bandor bûne, karkar in.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), têkildarî bandora vîrûsa corona ya mehekê raporek amade kir.

Meclîsê anî ziman ku ji ber li cihê kar li dijî vîrûsê tedbîr nehatine girtin mirin zêde bûye.

Meclîsê da zanîn di navbera 11’ê Adar û 10’ê Nîsanê de herî kêm li 159 karîgeriyan 855 karker bi vîrûsê ketine û di nava mehekê de 52 karker jiyana xwe ji dest dane.

Li Stenbolê bi hezaran karker bi vîrûsê ketine

Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê jî têkildarî cihên kar ên wek ewlehî, tenduristî, petro kîmya û hwd. lêkolîn pêk anî.

Li gorî rapora Platformê di van cihê kar de ji xebatkarên dixebitin testa 2 hezar û 279 karkeran a vîrûsê pozîtîf derketiye û ji van karkeran 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tevî ku girtî nexweş in jî, nayên berdan

Li Tirkiyê desthilata ku çete, diz, tecuwizkar û mafya berdan girtiyên siyasî ji mirinê re hiştine.

Ji girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her roj bangên xwedîderketin û serbestberdanê tên kirin.

Girtî tevî ku nexweş in jî û nabe di girtîgehê de binînin, nayên berdan.

Mahmût Temel ku di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye, diyar kir ku “berî 2 hefteyan, 2 caran krîza dil derbas kiriye û li dijî vîrûsaê ti tedbîr nayên girtin û her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin”.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Îzmîrê Atîlla Sertel, li ser hesabê xwe yê medya civakî, ragihand ku di gardiyenên Girtîgeha Tîpa T a Şakranê de vîrûsa corona hat dîtin

Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn!

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, der barê qanûna înfazê de, diyar kir ku “efûya ku hikumet û hevkarên wê derxistiye, efûyeke taybet e û ti wekhevî di vê qanûnê de tine ye”.

Aydin destnîşan kir ku “dewlet ji bo ku muxalifan di girtîgehan de bihêle, israr kir û bêhiqûqî kirin qanûn.”

Back to top button