Corona.. Li nexweşxaneya wetenî ya Qamişlo kesek mir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî rewşeke mirina bi vîrûsa Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûrî li nexwşxaneya Wetenî ya li jêr kontrola hikumeta Şamê tesbît kiriye.

Ji ber veşartina wan ji rewşa navborî re, desteya Tenduristiyê hikumeta Şamê û Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî wek berpirsên belavbûna vîrûsê li herêmê bi nav kir.

 

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê yekem rewşa mirinê ya bi vîrûsa Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand.

Desteyê di daxuyaniya xwe de got:

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku kesek ji bajarê Hesekê (53 salî) li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Desteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev kesê miriye 22’yê Adarê bi vîrusê ket û derbasî nexwexşaya taybet hate kirin.

27’ê Adarê ji bo nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo hate veguhestin.

29’ê Adarê nimûmeya wî nexweşî şandin Şamê û 2’yê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê tekez kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û hikumeta Şamê ji belavbûna Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî berpirsyar e.

Ew jî ji ber ku agahî neda aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser, tevî ku dizane ku hikûmeta Sûriyê bi cidiyet bi Rêveberiya Xweser li hemberî vîrusê hevkariyê nake.

Back to top button