Dr. Ciwan Mustefa: Rojên bên ji bo herêmê metirsîdar û hesas in

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mustefa têkildarî rewşa ku bi vîrûsê li nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Qamişlo miriye ji televizyona me re axivî.

Ciwan Mustefa diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û Hikûmeta Şamê ev mijar veşartibûn û heta roja 16’ê Nîsanê eşkere nekirin.

Mustefa got:

Veşartina agahiyên derbarê vîrusê de sûcekî li dijî 5 milyon mirovên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî dijîn e.

Her wiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mustefa tekez kir ku rojên bên ji bo herêmê metirsîdar û hesas in, taybet ji bo kesên ku danûstandin bi vî kesê mirî re kirine.

Têkidarî agahiyên derbarê kesê mirî de jî Mustefa destnîşan kir ku ev kes ji bajarê Hesekê ye û li taxekê dima û bavê 5 zarokan e.

Her wiha tekez kir ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê ew ê hemû rêkaran bigirin û agahiyên piştrast derbarê vî kesê mirî de kom bikin.

Back to top button